Xwezî ez jî fîlek bûma!

** Heywana herî mezin Fîl, ji mêşan ditirsît. Li gorî min bi vî aliyê xwe fîl ramana di nav civakê de"a herî mezin a herî bihêz e" dişkinît.

** Fîlên mê di nav garanê da digerin, yên nêr be tenê digerin û her tim garan diguherînin.

** Ji sinifa heywanên bi guhan û bi xortum bitenê Fîl heta nehe manin.        
                                                                                                         
** Bilî insanan yên xwedanê çeneyê bitenê Fîl in.
** Dema ku di nav garana fîlan fîlek dimirît, demeke dirêj şîn digirin.(bnr:Lawrence Anthony)

** Sala 1903an de, Edison ji bo cerba xwe elektrîk daye fîlekê(Mary) û ew fîl bi vî elektrîkê kuştiye. Piştî esareta 20 sala, Tyke jî xwe nagirît û ji sîrkê direvît. Ji aliyê polîsên Hawaii yê bi 86 guleyan, diçîte ber dilovaniya xwedê. (bnr:Tyke/Aylak Karga)

** Di nav xortumekî wan da 50 hezar masûlke heye.

** Ducaniya wan nêzîkê 2 salan dikişît û fîla tête dinyayê kêmzêde 100 kg. e.

** Fîl li ser pêyen xwe radikevin lê yên ku ji alî insanan hîn dibin dikarin razayî rabikevin.

** Dema ku dibezin wek hespekê dikarin lez bibezin.

** Mejiyên wan nêzîkê 5 kg e. Bi vî aliyê cîhanê de, ji heywanan yên ku mêjiyên wan herî mezin Fîl in.

2 yorum:

  1. Dilo ez bimirim dilo hewar
    Li vê bûharê dilo hewar…

    Dijberî, ev çiye gelo? Tirşî yan tehlî, na na ez bi tenahiya serê xwe dibêjim şîrînî bi xwe ye. Ma ev her du ristên li jor bi we jî xweş nayên. Çawa nayên. Newaya vê sitranê kitana kîjan dilî nelerizandiye bi sewta xwe. Lê ma kanî dijberî? Mirin û bûhar li ser kîjan axê destgirtiyê hevin. Ez bi piste pist bêjim hun bi qêrîn bibihîzin. ‘Li welatê min, te, wê.’ Ewê li ser nexşeyan ne
    neqişnadî, zelûl, gerav. Ev şaristanî bû çavdêra çi nebû ya çi? Li pêş çavê xwe dît ku, ‘aqilmendê’ ku ronî di nav camekê de dîl girtiye ji bo eza xwe têr bike û bide nîşan ku şûşika wî ya rast ji TESLA ya alternatîv serkettir e radibe ji bo pêşbirka xwe Topsy ya fîl dide ceryanê. Wê çar linga laş lat lê dil çivîk li erdê ziwa dike. Aqilmendê mirovayî bi hilberîna xwe ronî kirî ji bo berberiya xwe dibe kujêrê lawirekê. Li aliyê din ‘Jineke ji fîlan hez dike’ bi zimanekî li ber jibîrbûnê radibe behsa van zindiyan dike. Xêzeke nexuya li nexşaya gerdûnê dixe ji bo welatê minê winda. De heyran dêne ser mêzînê ma kijan kirin giran e. Li hêla zanyaran aqilmend lê li hêla warê minê kavil bûyî jina fîl hez nîv dil girantir tê. Gelo ma ev jî ne dijberiyek e? Di nav kavilan de dil nermtir û bi rehmtir e. Ma di nav vê dinya ya rizî û pûç de îcar ne rast e: Mirin pir xweşe dilo hewar...

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. "çar linga laş lat lê dil çivîk" Ji bo diltenikiya fîlan, şibandina herî cindî(xweş) ev bû herhal. Lê xweşî jî rast e, nexweşî jî. Ya girîng ew e ku; mirov wek fîlekê bimeşît ji ber ku fîlek dema dixwazît, dişêt(dikare) wek hespekê bibezît. Û ez nehe niza'm ka ez dimeşim an na...

      Sil

Blogger tarafından desteklenmektedir.